Komxbeta 1. a olî li Reqayê bi encamnameyekê bi dawî bû

Li bajarê Reqayê Komxebata Olî ya Yekemîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi encamnameyekê bi dawî bû.

Komxebat ji aliyê Saziya Karûbarên Olî ya bajarê Reqayê ve bi dirûşmeya “Peyama Îslamê ya pîroz” li navenda Çandê ya Reqayê hat lidarxistin.

140 oldar ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serokên saziyên olî, endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, nûnerên MSD, şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb beşdarî komxebatê bûn.

Di komxbatê de Şêx Enes Hemed axivî komxebat li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got:

“Em hewl didin bi rêya vê komxebatê fikirê durust belav bikin ku civaka di serdema tarî ya dagirkirina DAIŞ’ê de derbas bûn zane bikin.”

Komxebat bi encamnameyekê û xwedina biryaran bi dawî bû.

Biryarên ku hatine girtin jî ev in:

-Teqezî li ser yekîtiya civaka Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê.

-Parastina sembol û rêgezên olî yên pêkhateyên civaka Sûriyê.

-Kombûna bi yekrêzê li derdora QSD’ê.

-Divê tevahî ol û pêkhateyên civaka Sûriyê li dijî her êrîşekê yekdest bin.

-Piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Back to top button