Polîsên Tirk di çalakiya bîranînê de bi dehan kes bi lêdanê binçavkirin

Polîstên dewleta Tirk îro li bajarê Enqerê êrişî kesên ku xwestin qurbaniyên komkujiya 10’ê Cotmehê ya 2015’an bibîrbînin, kirin.

Bi dehan kes bi lêdanê hatin binçavkirin.

HDP’ê jî diyar kir ji bo xwedîderketina li şehîdan ew ê têkoşînê mezin bikin û hesab ji berpirsyarên rastî yên komkujiyan bipirsin.

Di 10’ê Cotmeha 2015’an ji çar aliyê Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bi daxwaza “Ked, Aşitî û Demokrasiyê” berê xwedan bajarê Enqerê yê Tirkiyê û beşdarî mîtînga ku ji aliyê HDP’ê de hatibû bi rêxistinkirin, bûn.

Lê li dijî mîtînga ku bi deh hezaran kes beşdar bibûn êrişên bombeyî pêk hatin. Di encamê de 104 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 400 kes jî birîndar bûn.

6 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn.

Di salvegera Komkujiya 10’ê Cotmehê hat xwestin li ber Gara Enqerê ji bo qurbaniyên komkujiyê bernameyeke bîranînê bê lidarxistin.

Lê polisên Tirk pêşiya Garê dorpêç kir û xwest bîranînê asteng bikin.

Polisan, ji bilî xizmên qurbaniyan destûr neda ku kes tevlî bîranînê bibe. Komeke ku ji 30 kesan pêk li ber vê yekê rabû û xwest bikeve qadê.

Lê polisan êriş kir û zêdeyî 20 kes xist bin çavan.

Li aliyê din tevî hemû astengiyên polîsên Tirk jî qurbaniyên Komkujya 10’ê Cotmehê li gelek navend û bajarên li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

HPD: Emê daxwazên şehîdên 10’ê Cotmehê pêk bînin

Li aliyê din Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di salvegear 6’an a Komkujiya 10’ê Cotmehê ya li Gar a Enqereyê, daxuyaniyek da û qurbanî bi bîr anî.

Di daxuyaniya HDP’ê de hate gotin, “Soza me li şehîdên 10’ê Cotmehê ye; daxwazên wan ên aştiyê wê teqez pêk werin.”

HDP’ê got, “Komkujî li dijî daxwaza azadî, demokrasî, aştî û çareseriyê hate kirin. Em kujerên rastî û yên li pişt wan jî baş nas dikin. Kujer welê çavsor bûn ku ji mîtînga me ya li Amedê heta rêwiyên Pirsûsê û Dîlokê êrişî dawetê kirin.”

HDP’ê diyar kir ku yên li pişt komkujiyên ku sala 2015’an dest pê kir çeteyên DAIŞ’ê jî be, berpirsyarê rastî, yên ku rê nîşanî kujeran dan, dijminê demokrasî û aştiyê ne.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “ji bo xwedîderketina li şehîdan em ê têkoşînê mezin bikin. Heta ku hesab ji berpirsyarên rastî yên komkujiyan bê pirsîn em ê rêwîtiya xwe dewam bikin. Aştî, azadî û demokrasî wê bi têkoşîna me pêk were.”

Back to top button