Li Eyn Îsa, Qamişlo û Kobanê banga azadiya Rêber Apo hat kirin

Bertekên gel ên li dijî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocelan zêde dibin.
Şêniyên Eyn Îsa, Qamişlo,Tirbespiyê, Eyn Îsa û Kobanê bi çalakiyên cuda tecrîd şermezar kirin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Tevgera Xwendekarên Demokratîk ji bo balê bikşînin ser tecrîdê li bajarê Qamişlo pêşangeha pirtûk û tabloyan vekirin.

Pêşangeh li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo hat vekirin.

Têkildarî mijarê, Endamê Tevgera Xwendekarên Demokratîk û xwendekarê fakuleteya Zanista Siyasî Can Yûsif axivî.

Yûsif diyar kir ku pêwîste hemû xwendekar pirtûkên Rêber Ocalan bixwînin û asoyên xwe berfireh bikin.

Kongera Star a navçeya Tirbespiyê jî der barê tecrîdê de panêlek li dar xist.

Bi dehan ji şêniyên navçeyê û endamên sazî û rêxistinên sivîl beşdarî panelê bûn.

Di panelê de felsefeya Rêbe Apo û giringiya wê di çareseriyên cîhanî û Komploya Navneteweyî hatin nîqaşkirin.

Her wiha işaret bi azadiya Rêber Apo ji bo çareserkirina doza gelê kurd hate kirin.

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa jî bi xwepêşandanekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kirin.

Çalakî ji Çerxerêya Dîspilîna Leşkerî dest pê kir û li çerxerêya Şehîd Cûdî rawestiya.

Li vir, li ser navê Tevgera Ciwaên Şoreşger ên Sûriyê Mihemed Mehmûd axivî û tecrîd şermzar kir.

Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîdê planên dewletên mêtînger û yên dijberî azadî û aştiyê pêk tîne.

Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Fratê jî li bajarê kobanê der barê tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo komxebatek li dar xist.

Bi dehan ji endamên Yekîtiyê û jinan beşdarî komxebatê bû.

Di çalakiyê de gelek kes axivî û diyar kirin ku divê gel û di ser î de ciwan ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber Ocelan dengê xwe bilind bikin.

Back to top button