Panela Hiqûqî ya Şêwrê li Hesekê hat lidarxistin

Ji bo teşhîrkirina sûcên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, binpêkirin û sûcên wê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Qamişlo û Hesekê, panel hatin lidarxistin.
Di panelan de, bang li rêxistinên hiqûqî hat kirin ku sûcên dewleta Tirk eşkere bikin.

Bi boneya Hefteya Cîhanî ya mafên mirovan, ji bo balkişandina ser sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, panela diyalogê ya şêwirê hat organîzekirin.

Panel bi sernavê “Zehmetî, astengî û çareserî” li Xwaringeha Marbêla ya Hesekê hat lidarxistin.

Panel ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan û hin rêxistinên hiqûqî ve hat lidarxistin.

Endama Desteya Damezirîner a Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê Aynûr Zêd Paşa axaftina destpêkê kir û got:

“Armanca panelê geşkirina wekhevî û rûmetê ji her kesî re ye.

Di demekê de ku NY′yê banga azadiyê dike bi hezaran sûrî ji azadiya xwe mehrûm in û di demekê de ku banga rûmetê dike, rûmeta bi hezaran sûrî di malên wan de tên tecawîzkirin, ji xaka xwe tên koçberkirin.”

Di panelê de, bi sernavê “Nirxandina binpêkirinên hiqûqî yên li herêmê pêk hatine û wesifkirina wê li gorî qanûna navneteweyî ya mirovî û peymanên NY′yê” ji hêla hevserokê Komîteya Belgekirina Sûcan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîqaş hatin kirin.

Beşdaran da zanîn ku divê zext li rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan a cîhanê were kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker bi hejmar û bîlançoyan werin eşkerekirin û xebat ji bo vê yekê were kirin.

Di panelê de bang li rêxistinên hiqûqî hat kirin ku sûcên dewleta Tirk belge û eşkere bikin.

Panel bi encamnameyekê bi dawî bû.

Hin xalên ku di encamnameyêde cih girtin wiha ne:

  • Bang li civaka navnetewî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku zextê li Tirkiyê bikin, da ku sûcên li herêmên Sûriyê dike û dagikeriyê bi dawî bike.
  • Karkirina ji bo bal kişandina raya giştî ji bo piştgiriya dozên mafên mirovan û destekdayîna karê hiqûqî û belgekirina binpêkirinên li dijî şêniyên herêmê.
  • Dîtina çareseriyê ji bo dosya DAIŞ’ê û avakirina dadgeheke navnetewî ji bo dadgehkirina wan.

MSD li Qamişlo derbarê binpêkirinên dewleta Tirk de panêlek organîze kir

Bi heman armancê li Qamişlo jî panelek hat lidarxistin.

Panel ji aliyê MSD’ê ve hat organîzekirin.

Di panelê de derbarê êrîşên dewleta Tirk û bandora wê li ser çaresriya siyasî li Sûriyê, nîqaş hat kirin.

Back to top button