35 kesên din li Iraqê bi virûsê ketin, 34 kes jî baş bûn

Li Iraqê di 24 saetên dawî  de 35 kes bi virûsa Coronayê ketine. Li aliyê din 34 kes jî rewşa wan baş bûne.

Wezareta Tendirûstî ya Iraqê ragihand ku di 24 saetên dawî de 2 hezar 908 testên virûsê hatine çêkirin, di encamê de deket ku 35 kes bi virûsê ketine.

Wezaretê diyar kir ku 13 kes li Bexda, 1 li Necef,12 kes li Besra, 1 li Zîqar û 8 kes jî li Musena bi virûsê ketine.

Her wiha di nava 24 saetan de li seranserê Iraqê 34 nexweşên Coronayê baş bûne.

Li gorî danayên dawî yên Wezareta Tendirûstiya Iraqê, gi giştî 1 hezar û 574 kes bi virûsê ketine, ji wan 82 kes mirine û 1 hezar û 43 kes jî baş bûne.

Back to top button