Li Tirkiyeyê 123 kesên din ji ber Coronayê mirin

Li gor rayedarên Tirkiyê di nav 24 saetên dawî de 123 kes ji ber vîrûsa Coronayê  mirine û 4 hezar 674 kes jî pê ketine.

bîlançoya ku rojane derdikeve, tevî ku tê gotin ne rast e jî giran e.

Li gorî daneyên dawî di nava 24 saetên dawiyê de 123 kesên ji ber vîrûsê mirine.

Bi vî awayî jimara kesên ji ber vîrûsê mirine gihişt, 2 hezar 140’an.

Her wiha 90 hezar û 980 kes bi vîrûsê ketine.

Back to top button