Komek ciwanên Ereb û Kurd bi daxuyaniyekê tevlî nava refên Hêzên Rizgariya Efrîn’ê (HRE) bûn.
Ciwanan gotin: “Em li dijî dijminê ku li herêmên dagirkirî her cure êrîşan dike, cinayet, revandin, tecawiz, desteserkirina mal û milkên gel û guhertina demografik tevlî nava refên HRE’yê dibin.”
Komek ciwanên Ereb û Kurd bi daxuyaniyekê tevlî nava refên Hêzên Rizgariya Efrînê bûn.
Daxuyaniya ciwanên Kurd û Ereb ên tevlî HRE’yê bûne, wiha ye:
“Dewleta Tirk a dagirker-qirker û faşîst bi polîtîkayên xwe yê înkar û îmhayê, tecrîda li ser Rêber Apo giran dike.
Der barê rewşa tenduristiya Rêber Apo de agahiyên zelal nayên bidestxistin.
Bi gelek polîtîka û rêbazên şer gelê me hedef digirin.
Bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li ber çavên cîhanê hatin dagirkirin.
Îro dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li van herêmên dagirkirî li dijî gelê me, jin û ciwanan her cure rêbazên qirêj bi kar tîne..
Ji cinayet, revandin, tecawiz, desteserkirina mal û milkên gel û guhertina demografîk…
Em weke ciwanên Kurd û Ereb ên vî gelê berxwedêr û serhildêr ên li ser rêya azadiyê;
Em ê beriya her tiştî ji bo bersivdayîna tecrîda li ser Rêber Apo, tolhildana êrîşên nehiqûqî û neexlaqî yên li ser gel û hilanîna tola lehengên çalakiya gundê Basilê, em soz didin û çeka xwe li hemberê dijmin radikin.”
Di dawiyê de ciwanan bang li hemû jin û ciwanan kirin ku xwedî li erka xwe derkevin û tevlî nava refên azadiyê bibin.