YPJ: Hevrêya me Adar Cûdî ya birîndar bibû şehîd bû

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ragihand ku şervana wan Adar Cûdî ku 27’ê Tîrmehê di encama qezayekê de birîndar bibû, tevî hemû hewildanan gihişt asta şehadetê. YPJ’ê da zanîn ku hevala wan Adar bi sekna xwe hem di warê birdozî hem jî leşkerî de herdem pîvanên mîlîtantiyê parast.

YPJ’ê der barê şehadeta şervana xwe Şêrîn Elî (Adar Cûdî) de daxuyaniyek nivîskî da û got:

“Hevala me Adar Cûdî yek ji wan hevalan bû ku di destpêka şoreşê de cihê xwe di nava YPJ’ê de girt.

Ew di nava malbateke welatparêz a Hesekê de jidayîk dibe û ev yek dihêle ku her tim di nava lêgerîna jiyanekî azad de be.

Bi destpeka şoreşê re hevrê Adar ji bo parastina nasname, ax û çanda gelê xwe berê xwe da nava YPJ’ê.

Ew ji bo bilindkirina têkoşîna jin kedeke bêhempa da.

Hevrê Adar bi sekna xwe hem di warê birdozî hem jî leşkerî de herdem pîvanên mîlîtantiyê parast.

Di pêngavên rizgarkirina Hesekê, Şedadê û Til Temirê de di êniyên herî pêş de li hemberî çeteyên hov şer kir.

Di 27’ê Tîrmehê de dema ku li ser erka xwe bû, di encama qezeyekî bi hevrêyên xwe Avaşîn Cûdî, Hîba Hesekê, Bêrîvan Hesekê û Dilar Kobanê re birîndar bibû.

Lê tevî hemû hewildanên dermankirinê jî Adar di 31’ê Tîrmehê de gihîşt asta şahadatê.

Em weke YPJ’ê li ser wê sozê ne ku em ê xwedî keda hevrê xwe yên şehîd derkevin”

Li gorî daxuyaniyê nasname şehîd wiha ye:

Nasnav: Adar Cûdî
Nav û Paşnav: Şêrîn Elî
Navê dayîk: Leyla
Navê bav: Abdulbaqî
Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê: 1985-Hesekê
Cih û Dîroka şehadete: 31-07-2023/ Heleb

Back to top button