Ji bo sûcên şer yên li Sûdanê lêpirsîn hat despêkirin

Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ragihand ku ew li herêma Darfûr a Sûdanê “sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê” lêkolînê dikin.

Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) derbarê tundiya li herêma Darfûr a Sûdanê ku di nav de kuştin, destavêtin, şewitandin, koçberkirin û sûcên li dijî zarokan pêk tê, lêpirsîn da destpêkirin.

Di axaftina xwe ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de Dozgerê Dadgeha Cezayê Giran a Navneteweyî Kerîm Xan got;

Li herêmê sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê tên lêkolînkirin.

Xan di sala 2003’an de sûcên ku li Darfur hatin kirin bi bîr xist û hişyarî da ku “dîrok dikare xwe dubare bike”.

Di raporta ku pêşkêşî Meclîsê hat kirin de, hat gotin, dozgerên Dadgeha Cezayê Giran “Raporên kuştinên bê daraz, şewitandin û talankirina mal û bazarên li Rojavayê Darfûr, El Geneina, her wiha kuştin û koçberkirina sivîlan li Bakurê Darfûr û deverên din ji nêz ve şopandin.”

Li gorî biryara Konseya Ewlekariyê a NY ya sala 2005’an, hiqûqa ICC bi sûcên li herêma Darfûrê re sînordar e.

Ji Sûdanê 3 mîlyon kes koçber bûne

Hat diyarkirin ku ICC niha ji ber rewşa ewlehiyê nikare li Sûdanê bixebite, lê plan dike ku di demeke herî nêz de biçe welêt.

Şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez (HDK) de ji 15’ê Nîsanê ve didomin.

Bêtirî 3 mîlyon mirov li welêt koçber bûn.

Ji wan 700 hezarî xwe li welatên cîran girtin e.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hefteya borî got;

Sûdan, welatê sêyemîn ê herî mezin ê Afrîkayê.

Niha ev welat li ber şerekî navxweyî yê berfireh e ku dikare li herêmê demeke dirêj bêîstiqrariyê bi xwere bîne.”

Back to top button