Nûnerê hikumeta Şamê yê NY′ê Besam Sebax ragihand: “Dê alîkariyên mirovî di deriyê Bab El Hewa re de derbas bibin.”
Hikumeta Şamê diyar kir ku NY dikare deriyê sînor ên bi ser dewleta Tirk ve ,
Ji bo gihandina alîkariyên mirovî ber bi bakurê rojavayê Sûriyeyê ve heta 6 mehên din bi kar bîne.
Ew yek piştî Konseya Ewlehiyê ya NY’yê di nûkirina xebata gihandina alîkariyan de bi bin ket, pêk hat.
Lê vekirina deriyê Til Koçer ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate paşguhkirin.
Ruxmî wê, Rêveberiya Xweser gelek caran bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku derî vekin.
Balyozê hikumeta Şamê Besam Sebax duh ji Konseya Ewlehiyê re nameyek nivîsî û tê de tê gotin:
Divê teslîmkirina alîkariyên NY′yê bi hevkariya hikumeta Şamê pêk were.
Ew derî bi ser sînorê Tirkiyeyê ve ye û di bin kontrola çeteyên Tehrîr El Şam de ye.