“Dema hevdîtina Esed û Erdogan di demeke nêz de eşkere dibe”

Şanderê serokê Rûsya bo Sûriyê Alexander Lavrentiev ragihand ku ji bo asakirina têkiliyên Şam û Enqereyê kar berdewam e.

Lavrentiev di hevpeyvînekê di gel malpera Al-Arabia de diyar kir, dema amadekarî bi dawî bibin, em ê hûrgulî û dîroka civîna Esed û Erdogan, eşkere bikin.

Alexander Lavrentiev da xuyakirin, ji bo asakirina têkiliyên her du welatan hin zehmetî hene û pirsgirêka sereke jî hebûna leşkerî ya Tikiye li Sûriyê ye.

“Çeteyên dewleta Tirk tenê dê 6 km ji rêya M4 vekişin”

Şanderê serokê Rûsyayê bo cara yekem eşkere kir, ku di civînên çaralî de, dewleta Tirk soz dabû çeteyên xwe 6 KM dûrî rêya M4 bixe.

Çavdêr dibêjin, Rûsya hebûna dagirkeriya Tirk li Sûriyê rewa dike û hikumeta Şamê neçar dike da vê yekê qebûl bike.

Lavrentiev idîa kir ku Tirkiye niha li ser pêkanîna vê soza xwe dixebite, lê hin zehmetiyan dikişîne.

Li gorî berpirsyarê Rûs, hêzên leşkerî yên Rûsyayê ji bo dûrxistina çeteyên dewleta Tirk ji rêya M4 nav-beynkariyê dikin.

Back to top button