“Cîhanê bi rengekî zindî li Komkujiya Şengalê temaşe kir”

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek weşand û ji ber salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxê û desteserkirina desthilatdariya Efganistanê ya 15’ê Tebaxê ji aliyê Talîbanê ve, di navbera 3-15’ê Tebaxê de kampanyayek ragihand.KJK’ê diyar kir ku wê kampanî di navbera 3-15’ê Tebaxê de bê meşandin.

Di ser komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxê 9 sal derbas bûn..

Li Efganistanê jî êrîş û komkujiyeke bi heman rengî li dijî jinan tê kirin.

Mînaka wê jî desteserkirina desthilatdariya Efganistanê ya 15’ê Tebaxê ji aliyê Talîbanê ..

Koordînasyona KJK’ê ji bo vê yekê daxuyaniyek da ..

“Hêzên Îraqê Êzdî neparastin û reviyan”

KJK’ê di daxwiyaniya xwe de got: “Di ser qirkirina Şengalê re 9 sal derbas bûn ku 3’ê Tebaxa 2014’an ji aliyê DAÎŞ’ê ve hate kirin.

Tevahiya cîhanê bi rengekî zindî lê temaşe dikir, lê dest lê werneda.

Hêzên leşkerî yên ser bi PDK’ê ve jê reviyan.

Di sedsala 21’ê de li pêş çavên cîhanê, hêzên Iraqê û Pêşmergeyên li Şengalê berpirsyar bûn.

Bêyî ku biparêzin xelkê me yê Êzidî bi êrîşa qirkirinê re rû bi rû hiştin.”

“Aqûbeta 2700 jin û zarokê Êzidî nayê zanîn”

Koordînasyonê piştrast kir 9 sal di ser qirkirina Şengalê re derbas bûne.

Hîn jî aqûbeta 2700 jin û zarokên Êzidî nayê zanîn ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin revandin..

“Feraset û kiryarên DAIŞ-Talîbanê weke hev in”

Li Efganistanê jî êrîş û komkujiyeke bi heman rengî li dijî jinan tê kirin.

Koordînasyona KJK’ê di berdewamî de behsa vê yekê jî kir û got:

“Desthilatdariya Talîbanê kiryarên xwe yên herî paşverû, dijberê civak û mirovahiyê dewam dike.

Bûyerên mîna yên li Şengalê, li Efganistanê jî qewimîn.

Herî zêde piştî ku Şengalê radestî DAÎŞ’ê, Efganistan jî radestî Talîbanê hate kirin, şênber bû. v

Feraset û kirinên DAIŞ-Talîban mîna hevin ..”

KJK’ê ji bo jinên Şengal û Efgan dest bi kampaniyekê kir

KJK’ê ji bo jinên Efgan ê Şengalê kampanyek raghand..

Kampanî di navbera 3-15’ê Tebaxê de ye ..

Wê di bin dirûşman ‘Li dijî êrîşên mêr ên hegemon, em li kêlek jinên Şengal û Efganistanê ne’ kampanî dest pê bike..

Kampanî di navbera 3 û 15’ê Tebaxê de ye

Herî dawî KJK’ê li ser armanca Kampaniyê ev got: Bi vê kampanyayê re em dixwazin balê bikşînin ser polîtîkayên qirkirina jinê .

Bi vê pêngavê re em dixwazin di şexsê jinên Şengal û Efgan de bibin dengê hemû jinan.

Back to top button