Birîndarên avahiya hilweşiyayî ya li Şêxmeqsûd

22ʹyê Çileyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê avahiyeke 5 qatî hilweşiya.
Di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da.
2 welatî jî birîndar bûbûn.
Piştî dermankirinê her du birîndar ji naxweşxaneyê hatin derxistin.

Herdû birîndar Cemal Carûr (60) û Mistefa Îbo (17) ne.

Cemal Carûr ê birîndar di bûyerê de 6 ferdên malbata xwe ji dest dan.

Cemal Carûr destekî wî şikestibû, beriya hefteyekê ji nexweşxaneyê derket.

Mistefa Îbo jî 3 kes ji malbata xwe ji dest dabûn.

Têkildarî rewşa birîndaran, rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir, Cegerxwîn Mihemed axivî.

Cegerxwîn Mihemed da zanîn ku Mistefa Îbo ji birîndarên yekemîn bû ku hate nexweşxaneyê û ji serê xwe birîndar bûbû û got:

Ruxmî ambargoyê, xebatkarên tenduristiyê yên nexweşxaneyê tavilê mudaxele kir.

Hemû îmkanên xwe xistin xizmetê.

Dermanên ku di depoyan de mabûn ji bo rizgarkirina şêniyan derxistin.

Hevya Sor a Kurd lêçûna dermankirina birîndarên avahiya hilweşiyayî girtiye ser xwe.

Back to top button