Hemleya komkirina imzeyan li Minbicê didome

Hemleya komkirina îmzeyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan li Minbicê, bi beşdariya şêniyan didome.

Hemleya komkirina îmzeyan ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan di roja xwe ya 4 an li Minbic didome.

Der barê vê mijarê de, welatiya bi navê Emîne Osman axivî..

Emîne Osman diyar kir ku em îro ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan beşdarî vê hemleyê dibin û got :

Rêber Ocalan ji bo mafên jinan tê koşiya û azadiya wan di civakê de jê re vegerand..

Ji ber wê jî divê em banga azadiya wî ya fîzîkî bikin.”

Em ê têkoşîna xwe bi îradeyeke mezin heta rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, bidomînin.

Her wiha, welatiyê bi navê Mihemed El Raşid jî got:

“Em dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê ku azadiya Rêber Ocalan azadiya hemû gelên herêmê ye.”

Back to top button