Şêniyên Kobanê: Emê li berxwe bidin heya Rêber Apo fîzîkî azad bikin

Li hemberî tecrîda girankirî li ser Rêber Apo Şêniyên Kobanê diyar kirin ku wê her li qadan bin heya azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin.

Bi boneya salvegera 24’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, şêniyên Kobanê ji ajansa Hawarê re axivîn

Welatiyê bi navê Mehmûd Bozo diyar kir ku Fikrê Rêber Apo riya azadiyê daniye û ewê berxwebidin heya ku Rêber APO fîzîkî azad bikin.

Bozo bang li hemû pêkhateyên li heremê kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin heya tecrîd bi dawî bibe.

Her wiha, welatiya bi navê Dunya Mihemed jî wiha axivî û got:

“Rêber Abdullah Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd e, rêberê hemû pêkhateya ne.

ji ber wê jî divê hemû pêkhate dengê xwe li hemberî dagirkeriya Tirk bilind bikin.”

Welatiya bi navê Semîra Mihemed jî axivî û got:

“Her jineke azad di roja me ya îro de bi saya fikrê Rêber Ocalan azad bûye.

Çawa ku Rêber Apo em ji tarîtiye xelas kir, emê jî li berxwebibdin heya em tecrîdê bişkînin.”

Back to top button