Kongra Star kuştina jîna Emînî şermezar kir û banga mezinkirina têkoşînê li jinan kir

Kongra Star jî bi daxuyaniyekê kuştina Mehsa Emînî şermezar kir. Kongra Star bang li hemû jinên Cîhanê kir ku li dijî êrişan têkoşîna xwe mezin bikin.

Kongra Star di daxuyaniyê de diyar kir rejîma Îranȇ yek ji wan dewletane ku herî zêde mafȇ jinan nas nake û binpê dike û wiha got: “Rêjîma Îranê her hewl dide ku nasnameya gelê Kurd bitepisîne û ji holê rake, kuştina Mehsa Emînî jî mînaka herî ber bi çav e.”

Kongra Star di dawiyê got: “Em ȇ bi vȋn û têkoşîna xwe rȇ nedin kuştinên jinan yȇn wiha qirêj ku ji aliyê rejîmên zalim û dûrî mirovahiyê ve dewam bikin û biserbikevin. Em ê ti caran li beramberî tu cureyên êrişên hovane bê deng nemînin.”

Kongra Star bang li NY û aliyên têkildarî mafên mirovan kir ku ku xwedî li erkên xwe derkevin ȗ li hember van kiryarên dijmirovî bisekinin û jinan biparêzin.

Back to top button