Wezîrê Pêşmerge: Tu têkiliya hêzên bi navê Roj bi wezareta me re nîne

Piştî ku karanîn êdî nema kes li wan xwedî derdikevin.
Wezîrê Pêşmerge yê Başûrê Kurdistanê Şoreş Îsmaîl diyar kir ku ew hêzên ku ji wan re dibêjin peşmergeyên roj ne girêdayî wan e, têkiliya wan bi vê hêzê re nîne.

Wezîrê Pêşmerge yê Başûrê Kurdistanê Şoreş Îsmaîl, doh li Hewlêrê bi saziyên ragihandinê re civînek pêk anî.

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl bersiva pirsa hêzên ku li ser navê Wezareta Pêşmerge jê re dibêjin “Roj” û tê îdiakirin pêşmerge ne, bersivand.

Îsmaîl anî ziman ku tu agahiyên wan ji pêşmergeyên Roj û çalakiyên wan nîne û got:

Ev hêza ku jê re dibêjin pêşmergê roj negirêdayî wezareta me ye.

Em nizanin kî van perwerde dike û li kî maaş digrin.

Ji bo wê jî tu agahiyên me derbarê çalakiyên wan de nîne.”

Şoreş Îsmaîl her çendî ji ragihandinê re bêje ew nizanin ev hêz girêdayî kîye, lê baş dizane ku ev hêz girêdayî dewlea tirk e, li dijî gerîla û destkeftiyên kurdan tên bikaranîn, dewleta tirk wan perwerde dike, maaş dide wan.

Back to top button