“Sepandina zimanê Tirkî çanda herêmê tune dike”

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku bi sepandina zimanê Tirkî çanda herêmê binpê dibe û çanda Osmanî li şûnê tê bicihkirin. Rewşenbîrên Efrînê jî diyar kir ku kirinên dewleta Tirk ên di vê çarçoveyê de, hewldana tevlîkirina Efrîn ji bo Tirkiyê ye.

Kuştin, revandin, êşkencekirin, desteserkirina mal û milkan û qirkirina nasnameya çandî, talankirina şaristanî û xwezayî, têra dagikeriya Tirk neker, niha jî hewl dide herêmên dagirkirî tevlî xaka xwe bike.

Bi vê yekê, berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê Îbrahîm Şêxo sûcên ku li Efrîna dagirkirî pêk tên, nirxand.

Îbrahîn Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk ji bilî van sûcên hovane, niha dest bi guhertina demografiya herêmê, ferzkirina zimanê Tirkî, vekirina dibistan û zanîngehan û girêdana wan bi zanîngehên li Tirkiyê ve kiriye.

6’ê Sibata vê salê, dagirkeriya Tirk biryara vekirina Zanîngeha Bijîşkiyê û Peymangeha Bilind a Zanistên Tenduristî li bajarokê el-Raiyî yê gundewarê Helebê da.

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya van sûcan hewl dide herêmên dagirkirî tev li xaka xwe bike, çanda herêmê binpê bike û çanda Osmanî xurt bike.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê banga hisabxwestinê ji sûcdaran kir.

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Efrînê Ismet Hesen jî destnîşan kir ku ev ne tiştekî nû ye ku hikûmeta Erdogan dike û ji destpêka êrîşên li ser Efrînê, dagirkeran ciwan, jin û ziman kirine armanc.

Ismet Hesen diyar kir ku ne tenê zimanê Kurdî tê qirkirin, li herêmên dagirkirî weke Cerablusê ku pêkhateyên wê Ereb in, heman siyast tê meşandin û armanca wê, ku wekhevî û edaleta li herêmê bi rêya tundî û sûcên ku dike, tune bike.”

Back to top button