“Gelê Kurd ji bo parastina hebûn û zimanê xwe têdikoşe”

Rêveberiya dibistanên giştî ya bajarê Hesekê şahiyek bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li dar xist.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Rêveberiya Dibistanên Giştî Hesekê Cejna Zimanê Kurdî li tevahî gelê Kurd pîroz kir û got:

“Gelê Kurd ji salan ve ji bo parastina hebûna xwe têdikoşe û di vê têkoşînê de ziman her tim di pêş de bû.”

Piştî bidawîkirina axavtinan, her sê bawernameyên astên zimanê Kurdî li 94 mamosteyên nû hatin belavkirin.

Şahî bi xwendina helbest, stran û gerandina govendê ji hêla mamosteyan ve bi dawî bû.

Back to top button