Bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên li ser Herêmên Parastina Medyayê, ciwanên Kurd li Ewropayê çalakiyek pêk anî.
Li Berlînê paytexta Almanyayê ciwanên Kurd û yên enternesyonalîst dest bi çalakiyan kirin, ciwanan diyar kir, ew ê li dijî êrîş û tecrîdê her tim li qadan bin.
Di heman çarçoveyê de, li Kopenhagê paytexta Danîmarkê Meclisa Jinan a Sêvê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkê çalakiya kon kir.
Çalakî li Qada Kûltorvetê hate kirin û posterên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.
Li wir, îmze ji bo azadiya Rêber Apo û sekinandina êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Başûrê Kurdistanê hatin komkirin
Çalakiya Imzeyan wê heta Çarşemê bidome û ji NY re werin şandin.