PE’yê biryara sînordarkirina ketina Tirkiyê ji bo “YE” da

Parlamena Ewropayê li ser rapora ku banga sînordarkirina danûstandinên giştî yên Yekîtiya Ewropa bi Tirkiyê re dike, erê kir.

Rapora ku ji aliyê Parlementerê Parlamena Ewropayê Nacho Sanchez Amor ve hate nîvsandin, kete dengdayînê û bi erêkirina 480’ê dengê hate qebûlkirin.

Di raporê de, hat teqezkirin ku divê Tirkiyê bûyerên 1915’an weke ‘Komkujî’ qebûl bike her wiha bang hate kirin ku danûstandinên tevlîbûna endamtiyê ya bi Tirkiye re, bi fermî bê sînordarkirin.

Di heman demê de rexneyên tund jî li dijî Tirkiyê hebûn, taybet di mijara qayûman de, bêedaletî, binpêkirina mafê mirovan û siyaseta wê ya li Sûriye, Lîbya û Deryaya Spî.

Back to top button