Dûran Kalkan derbarê komkujiyê de axivî

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku komkujiya 9’ê Çileya 2013’an û ya 23’ê Kanûna 2022’an dişibin hev, her du jî heman senaryo bûn. Dûran Kalkan piştrast kir ku wê hesabê her du komkujiyên li Parîsê bê pirsîn û bang li gel kir ku helwesteke rast nîşan bidin û têkoşîneke rast li hember komkujiyê bimeşînin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan derbarê komkujiya Praîsê ya duyemîn de ji ANF’ê re nirxandin kir.

Dûran Kalkan anî ziman ku komkujiya 23’ê Kanûna 2022’an dewama komkujiya 9’ê Çileya 2013’an û ya dişibin hev û got:

Dûran Kalkan: Senaryoya her du komkujiyan heman e

”Tê zanîn bê ji aliyê kê ve komkujiya 9’ê Çileyê pêk hat û çima hat kirin.

Wê demê jî êriş li dijî yek ji damezrînerên partiya me hevrê Sara hatibû kirin.

Niha jî êriş li dijî endama Konseya Rêveber a KCK’ê hevrê Evîn hate kirin. Senaryoya her du komkujiyan heman e.

Kalkan: Wê Kurd ji derewa ‘kujer nexweşe’ bawer nekin

Wê demê jî gotibûn ku Tirkekî nexweş kiriye. Piştre ji xwe gotin miriye, zelal jî nekirin.

Niha jî dibêjin yekî Fransî yê nexweş kiriye. Qaşo ‘nijadperest e’, bi van gotinan hewl didin rewşê xumamî bikin.

Nijadperestek çima tenê êrîşî Kurdan, komele û kargehên Kurdan dike. Dikarîbû êrîşî biyaniyên din jî bikira.

Nexweşekî çawa ye ku beriya deh rojan ji girtîgehê hate berdan û qet nehate tedawîkirin.

Wê nikaribin Kurdan û mirovahiyê bi van derewan bidin bawerkirin.

50 milyon Kurdên li çar beşên Kurdistanê û derveyî welat û dostên Kurdan dixwazin hêzên ku plan kirine eşkere bikin.

Û li ser bingeha hiqûqê hesabê komkujiyê bipirsin. Ev yek jî daxwazeke mafdar e.

Dûran Kalkan bang kir: Têkoşînek rast bimeşînin

Dûran Kalkan piştrast kir ku wê hesabê komkujiyê bipirsin û ev tişt anî ziman: ”Hesabê her du komkujiyan teqez wê bê pirsîn.

Gelê Kurd û mirovahî wê bibin şopdarê vê yekê. Xwîna şehîdên me wê li erdê nemîne. Wê hesab ji kujerên faşîst bê pirsîn.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan dawiya axaftina xwe de ev bang kir:

”Bang li xelkê me yê li Parîsê û tevahiya gelê me li her derê jî dikin ku helwesteke rast nîşan bidin û têkoşîneke rast bimeşînin.”

Back to top button