Remzî Kartal: Komkujiya Parîsê li dijî tevahî gelê Kurd bû

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal anî ziman ku komkujiya Parîsê ya duyemîn li dijî tevahî gelê Kurd bû û anî ziman ku eşkerekirina rastiya vê komkujiyê berpirsyartiya hikumeta Fransayê ye. 

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal derbarê êrişên Tirkiyê yên li dijî Kurdan de axivî.

Remzî Kartal behsa komkujiya Parîsê ya duyemîn kir û got:

”Ev ne cara yekê ku jinên pêşeng tên hedefgirtin.

9’ê Çileya 2013’an 3 jinên pêşeng li Parîsê hatin hedefkirin.

Cara duyemîn jî di şexsê jina pêşeng Evîn de, xwest tevgera jinan bike hedef.

Kujerê ku komkujî pêk anî girtiyek bû û berî komkujiyê bi 10 rojan derket.

Ev nîşan dide ku komkujî plankirî bû.

Eşkerekirina rastiya vê komkujiyê berpirsyartiya hikumeta Fransayê ye.

Ev yek daxwaza tevahî gelê Kurd û dostên wê ye jî.”

Remzî Kartal balkişand ser planên Tirkiyên ên li dijî Kurdan û ev tişt anî ziman:

”Dewleta Tirk êrişên xwe li gor planên birêkûpêk pêk tîne da ku îradeya gel têk bibe.

Di aliyê leşkerî de, ev çenf meh in êrişî gerîla dike û her cure çek jî bi kar tîne.

Lê ti encam bi dest nexist.

Di warê siyasî de jî berxwedana rêber Apo û ya Kurdan planên wî yên siyasî têk birin.”

”Divê hikûmeta Fransayê rastiyê eşkere bike”

Hevserokê Kongra Gel da zanîn ku komkujiya Parîsê li dijî tevahiya gelê Kurd e.

Û bang li hikumeta Fransayê kir ku rastiya komkujiyê eşkere bike.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal dawiya axaftina xwe de ev bang kir:

“Em nêzî sedsaliya Lozanê dibin. Ev pêvajo ji bo tevahî gelê Kurd çarenûsî ye.

Tê xwestin ku Kurd têkoşîna vegerandina mafên xwe yên rewa xurt bikin da ku planên qirkirinê têk bibin.

Bi xurtkirina têkoşînê wê siyasetên Ewropayê yên li beramberî Kurdan werin guhertin.

Kurd bi têkoşîna xwe dikarin bandorê li dadgeha Parîsê bikin da ku rastiya her du komkujiyan eşkere bike.”

Back to top button