14 ciwanên ji Bakur û Rojhilatê Sûrî li hember tecrîda girankirî li dijî rêber Apo tevlî nava refên Gerîlla bûn.
Komek ji 14 Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî a rêber Apo û li dijî tecrîda girankirî tevlî berxwedana gerîlla bûn.
Ciwanan ji bo ku hêrs û soza xwe ji raya giştî re parve bikin daxuyaniyek dan û wiha gotin:
”Ev 24 salin Rêber Apo di bin îşkenceya pîskolojîk û fîzîkî de ye.
Îro roj em nizanin li îmraliyê çi diqewime, ev bû 22 mehin tu hevdîtin bi Rêber Apo re nehatiye kirin.”
Ciwanan diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo tevlî xeta Rêber Apo û tekoşîna gerîlla bibin.
Her wiha piştrast kirin ku wê ti kes nikaribe roja wan tarî bike.
Û banga tevahî kesên bi rûmet kirin ku werin li rûmeta xwe xwedî derkevin.