Dêriyê sînor ê Pakîstan û Efxanîstanê ji nû ve vebû

Deriyê sînor ê navbera Efganistan û Pakistanê ku deh rojan girtî bû, jinûve hate vekirin.

Rayedarekî Pakistanî yê li ser sînor piştrast kir ku deriyê sînor jinûve hatiye vekirin û anî ziman ku ev yek di encama danûstandinên navbera Îslamabad û Kabûlê de pêk hatiye.

Rayedar wiha got:

“Di dema hevdîtinan de li hev hate kirin ku heta 31’ê Adarê ajokarên Pakistanî û Efgan bêyî vîze yan jî pasaportê dikarin sînor derbas bikin.”

Lê belê ji 1’ê Nîsanê û pê ve hem vîze hem jî pasaport wê pêwîst bike.”

Rayedarekî Efgan ê li deriyê sînor ê Torkhamê Abdul Cabbar Hîkmet anî ziman ku Pakistanê dawiya dawî qebûl kir ku ajokarên Efgan ‘bêyî pasaport an jî vîzeyê’ derbasî xaka xwe bibin.

Gelek Efgan xwedî pasaport nînin.

Qereqola Torkhamê ji ber zexta Îslamabadê ya dersînorkirina Efganên li Pakistanê û şidandina şert û mercên ketina welêt, mehên dawî çend caran hatibû girtin.

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî, ji meha Îlonê û vir ve zêdeyî nîv milyon Efgan ji Pakistanê vegeriyan welatê xwe.

Back to top button