“Tecrîd xebatên aştiyê li Rojhilata Navîn asteng dike”

Siyastmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê Partî, Ciwan Seko got:

“Dewleta Tirk ji ferzkirina tecrîdê armanc dike ku fikr û felsefeya wî dorpêç bike..

Hewldanên dewletên komploger têk çûn..”

Seko destnîşan kir dê têkoşîna xwe dewam bikin heta ku mafên gelan ên rewa bi dest bixin.

Seko bang li partiyên kurdî kir ku asta xebat û têkoşîna xwe bilind bikin..

Endama Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Biratî ya Kurdistanê Hiyam Nacî jî dibêje:

“Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li pêşiya xebatên aştiyê li Rojhilata Navîn dibe asteng.”

Hiyam Nacî bêdengiya rêxistinên hiqûqî û mirovî li hember tecrîdê şermezar kir.

Hiyam Necî bang li tevahî jinan kir ku têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button