Li Hesekê…kesên nenas bombeyeke destan avêtin şêniyan û du kes birîndar bûn

Vê êvarê li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê kesên nenas bombeyeke destan avêt nava şêniyan û du kes birîndar bûn.

Nûçegihanê ajansa Hawarê ragihand ku vê êvarê derdora saet 9’an kesên nenas li çerxerêya Kenîse ya taxa Til Hecerê bombeyeke destan avêt nav şêniyan.

Di encama teqînê de du kes birîndar bûn.

Şêniyan kesên birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin rakirin.

Hêzên Ewlekariyê cihê bûyerê dorpêç kir û li kesên sûcdar digerin.

Back to top button