Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê encmamên rêzeçalakiyeke biandor li dijî dagirkeriya Tirk eşkere kir.
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku li herêmên Mare û navçeya Şêrewa 13 çete hatin kuştin.
Di daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê de ev agahî hatin parvekirin:
4’ê Tebaxê hêzên me çalakiyek bi bandor li hember çeteyên El Cebha El-Şamiyê li derdora herêma Mare li dar xistin.
Hêzên me erebeyeke leşkerî ku hejmarek ji çeteyan têde bûn kirin armanc.
Di encamê de seyareya leşkeri hat rûxandin, 4 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndan bûn.
5’ê Tebaxê hêzên me bi rêzeçalakiyên cuda çeperên komên çete li gundê Beradê yê girêdayî navçeya Şêrawa kirin armanc.
Di encamên çalakiyan de 9 çete hatin kuştin û baregehekî çeteyan hat rûxandin.
Her wiha hejmarek cebilxane hatin desteser kirin.
Cebilxaneyên ku hatin desteser kirin; 2 çekên AK-47, 2 Rext, 12 jerjor û 2 telefon.