Bi sedan welatiyên Êzidî meşeke li darxistin

Li Şengalê bi sedan kes li dijî dorpêçkirina Şengalê û çêkirina dîwarên li ser sînor meşiyan. Di meşê de daxuyaniyek hate dayîn û gotin; “Her kes dizane yên ku Şengal û sînorê Iraqê jî di nav de parastin YBJ, gerîla, QSD û hêzên YBŞ û YJŞ bûn.

Nêzî heyvekê ye hikumeta Iraqê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de dîwar lê dike..

Li dijî polîtîkayên dorpêçkirinê ya hikumeta Iraqê xelkê Şengalê îro meşek girseyî lidarxist û di meşê de banga hilweşandina dîwar hat kirin.

Di meşê de hate diyar kirin ku dîwar berdewama peyama 9’ê Cotmehê ye.

Bi sedan Kurd û Ereb li Komelgeha Xanesor û Sinunê kombûn, berê xwe dan baregeha artêşa Iraqê ya li Tirbika ku ev baregeh nêzî sînore.

Lê artêşa Iraqê bi hêzeke mezin rê li ber girseya gel girt û nehişt girse bimeşe.

Lê ji ber bertekan artêşa Iraqê neçar ma rê bide meşvanan.

Li ser navê pêkhateyên Şengalê Semîr Derwêş daxuayneyek da.

Di daxuyaniyê hat gotin:

“Em dibînin ev pêngava çêkirin dîwar ku ji aliyê Iraqê ve tê meşandin pêngavekî siyasî ye.

Ev kar ji hêla hin aliyan ve tê destek kirin ku naxwazin li Şengalê aramî pêk were.

Ev dîwar bi desteka aliyên ku bûna sedema komkujiya Êzdiyan ve tê çêkirin.”

Di dewama hat gotin:

“Her kes dizane yên ku Şengal û sînorê Iraqê jî di nav de parastin YBJ, gerîla, QSD û hêzên YBŞ û YJŞ bûn.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku bersivê bidin kiryarên bi vî rengî yên kêfî ku dewleta Tirk û aliyên girêdayî wê li ser Şengalê dimeşînin.

Her wiha ev daxwaz ji hatin pêşkêşkirin û radestî rayedarên artêşa Iraqê hatin kirin.

Daxwaza pêkhateyên Şengalê wiha ne:

– Em bang li raya giştî û NY’ê dikin ku li hemberî van planên ku tên meşandin bêdeng nebin.

-Divê Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan destwerdanî van binpêkirinan bikin.

– Em daxwaza rawestandina çêkirin û rûxandina vî dîwarî dikin.

– Û em dixwazin ku Şengal serbixwe be û ser bi hikûmeta navendî ve be.

Back to top button