Li herêmên Bakur Rohilatê Suriyê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê li Şehbayê ji bo 25’ê Mijdarê meşke li dar xist û banga xurtkirina rêxitina jinan li hemberî tundiyê kirin. Kongra Star li Şehbayê jî derbarê cureyên tundiyê de bi dirûşma ‘Jin, Jiyana, Azadî’ semînerek da.

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê li dijî cureyên tundiya li dijî jinan meşek li dar xistin.

Jinên ciwan li ser rêya di navbera Fafîn û bajarokê Babinis a Şehbayê de kom bûn û dirûşmeya ‘Jin, Jiyana, Azadî’ berz kirin.

Meş li Yarîgeha Babinis veguherî mîtîngê.

Li wir Endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê Zeyneb Mamo axivî û got:

Ew endamên Yekitiya Jinên Ciwan xwe dispêrin fikir û felsefeya rêber Ocalan a ji bo azadiya jin û hewl didin vê fikrê li hemû cîhanê de belav bikin.

Kongra Star li Şehbayê ji bo 25’ê Mijdarê semînerek da

Kongra Star li seranserê navçe û gundewarên kantona Şehba ji bo 25’ê Mijdarê semîneran li dar dixe.

Kongra Star li Şehbayê semînereke derbarê cureyên tundiyê da jinan.

Jinên ku beşdarî semîneran bûn nêrînên xwe anî ziman û gotin:

Ji dîrokê ve heta roja îro, jin her roj bi tundiyê re derbas dibin.

Em ji van semînerên ku tên dayîn gelek sûdê digrin.

Me xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde kiriye lewre em tundiyê êdî li ser xwe qebûl nakin û serî li ber desthiladaran natewînin.

Back to top button