Perwîn Buldan: Em ê tu car ji têkoşîna xwe tawîzê nedin

Jin li dijî desthilatdariya dewleta Tirk li ber xwe didin. Hevseroka giştî ya HDP’ê Perwîn Buldan da zanîn ku ji bo jin tevlî siyasetê bibin, gotina xwe bêjin, rengê xwe diyar bikin, parastina xwe pêk bînin bedelên mezin didin û got:” Em ê tu car ji têkoşîna xwe tawîzê nedin”.

Dewleta Tirk di şevekê de xwe ji Peymana Stenbolê vekişand

Di kuştinên jinan de polîtîkayên bêcezahiştinê zêdetir rê li ber kuştinên jinan vekir

Jinên li dijî polîtîkayên desthilatdariyê dest ji têkoşînê bernadin, meclis, kolan, malê û her qadê li berxwe didin.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Buldan bi boneya 25’ê Mijdarê axivî.

Perwîn Buldan da zanîn ku yê tundiya mêr zêde dike polîtîkaya desthilatdariyê ya li hember jinê ye û got:

Di 20 salên desthilatdariya AKP’ê de tundiya li hember jinê û kuştina jinan zêde bûye.

Sedema vê hemû desthilatdarî ye û zîhniyeteke ku her cureyê tundiya li jinan rewa dibîne ye.

Perwîn diyar kir ku têkoşîna jinê îro gihiştiye astek din û wiha anî ziman:

Tevgera Jinên Kurd ji bo azadiya jinê û wekheviya zayendê bi salane têdikoşe.

Berxwedana Rojhilat û Îranê, berxwedana Tirkiyê, berxwedana welatên din yên Rojhilata Navîn hêzek mezin a jinê derdixin holê.

Îro li her derê cîhanê dirûşma ‘jin jiyan azadî’ tê berzkirin.

Li Rojava têkoşîna jinê pêşî li çavsoriya çeteyê DAIŞ’ê girt.

Perwîn Buldan: Desthiladarî ji jinên di HDP’ê de cih digirin ditirsin

Hevseroka HDP’ê Perwîn Buldan di dawiyê de anî ziman ku desthilatdarî ji HDP’ê û jinên di HDP’ê de cih digirin ditirsin û got:

Bêguman kuştina Jîna Ami nî û Nagîhan Akarsel polîtîk in. Li dijî van kuştinan bi mîlyonan jinên helwestê nîşan didin hene.

Em her tim dibêjin wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê.

Ne tenê di 25’ê Mijdar û 8’ê Adaran de em her tim divê di nava têkoşîna hevpar de bin.

Back to top button