Çiyayê Qeşayê ya herî mezin a Cîhanê A23a piştî 30 salan tevgeriya

Çiyayê Qeşayê ya herî mezin a Cîhanê A23a piştî 30 salan tevgeriya.
Girseya qeşayê bi qasî 400 metre qalind e.
Zanyar pêşveçûna A23a ji nêz ve dişopînin.
Ev tê wê wateyê ku ew ji London Shard jî bilindtir e, ku bi 310 metre bilindtirîn ji yê Ewropayê ye.

Çiyayê qeşayê yê mezin ê cîhanê A23a ji ber germahiya kurewî ji erdê ku zêdeyî 30 salan lê asê mabû veqetiya.

Qeşayê ku di sala 1986’an de ji peravên Antarktîkê veqetiyabû, bi lez û bez li Deryaya Weddelê li erdê sekinîbû û bibû giraveke qeşayê.

Çiyayê qeşayê ya bi navê A23a, bi qada xwe ya girseyî ya nêzî 4 hezar kîlometre çargoşe ye, parçeyek ji Filch-ner Ice -Shelf filçnî rays şêlf , ku li bakur-rojavayê Antarktîkayê ye.

A23a ku di van mehên dawî de di bin bandora bayê de bû bi lez û bez dimeşe, niha ji aliyê bakurê Nîvgirava Antarktîkê re derbas dibe.

Zanyar Dr. Andrew Fleming ku ji British Antarc-tic Surveyê ye (Lêkolîna Antarktîka Brîtanî) derbarê mijarê borî de wiha got:

“Min çend hempîşeyê xwe vê yekê pirs kir û mereq kir gelo bandora germahiya avê bûye sedema guhertinê an na.

Zanyar Andrew bal kişand ku qeşa ji 1986’ê wir ve li ser erdê sekîniye û got:

“Lê belê di encamê de wek rehend wê biçûk bûye dest bi tevgerê bikira.

Min tevgera yekê sala 2020’ê de tespît kir”

Dibe ku ji bo penguîn û çûkên din ên deryayê bibe pirsgirêk

Zanyar pêşveçûna A23a ji nêz ve dişopînin.

Ji ber ku îhtîmala qutbûna li Georgia ya Başûr dikare bibe sedema pirsgirêkan ji bo bi mîlyonan penguîn û çûkên din ên deryayê yên ku li giravê çêdibin.

Mezinahiya Çiyayê Qeşa ya A23a dikare rê li peydakirina xwarinê yê heywanan asteng bike, nehêle ku ew bi rêkûpêk xwe xwedî bikin.

Back to top button