Kubayî ji bo Filistînê meşiyan

Li paytexta Kuba Havanayê ji bo piştgiriya Fîlîstîniyan xwepêşandanek hate lidarxistin.
Di xwepêşandana ku Serokê Kubayê Mîgûel Dîaz-Canel jî tevlî bû de, piştevaniya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA’yê bo Îsraîlê hate şermezarkirin.

Li paytexta Kuba Havanayê, doh ji bo Fîlîstînê xwepêşandaneke mezin hate lidarxistin.

Wezareta Karên Hundir li ser X’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku zêdeyî 100 hezar kes tevlî mîtîngê bûn.

Serokdewletê Kubayê Mîgûel Dîaz-Canel pêşengî ji mîtîngê re kir û Serokwezîr Manûel Marrero jî tevlî bû.

Çalakî li kolana Maleconê hate lidarxistin ku Sefaretxaneya Bilind a DYA lê ye û ciwanan bi kefiyên reş û spî bal kişandin.

Xwepêşandêran nêzî saetekê alên Filistînê hildan û pankartên “Filistîn a azad”, “Na ji Qirkirinê re”, “Bijî Filistîn” bilind kirin.

Her wiha xwendekar, xwendekarên lîseyê û xebatkarên şîrketên dewletê jî tevlî çalakiyê bûn.

Xwepêşandêrên ciwan li pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê ku piştevanê esasî yê Îsraîlê ye, dirûşma “Yankee faşîst, tu terorîst e” qîriyan.

Back to top button