Fînlandiya ji derveyî yekê tevahî deriyên sînor ên bi Rûsyayê re girt

Fînlandiya, ji Rûsyayê bitirse.
Di ser Rûsyayê re, pêla koçberiyê hişt ku Helsînkî bikeve tevgerê.
Di nava seqema kêmî 20 pileyî de, koçberên derbas dibin rewşa wan zore.
Hikumeta Fînlandiya jî bi hinceta derbasbûn metirsîdare, li tevahî sînorê xwe yê 1340 kîlometre yê bi Rûsyayê re, ji derveyî deriyekî yên din hemû girt.

Di meha Mijdarê de, bêtirî 600 koçberan di ser Rûsyayê re berê xwe dane, Fîlandiyayê.

Li dirêjahiya sînorê Fînlandiyayê ku 1340 kîlometre bi Rûsyayê re ye, 4 deriyên sînor heye.

Ji van deriyan 3 ji wan têne girtin.

Serokwezîrê Fînlandiyayê Petteri Orpo di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku tenê deriyê sînorî yê Raja-Joseppi wê vekirî bimîne.

Orpo sedema vê yekê jî sipart gumanên Moskow a planên çêkirina krîzeke koçberan ya li welat ve girê da.

Berî niha, Wezîra Karê Derve Elina Valtonen ji Reutersê re gotibû,

Fînlandiya difikire ku hin, an jî hemû deriyên sînor yên bi Rûsyayê re bigre.

Di wê demê de jî hatibû îdiakirin ku Rûsya ji bo herêmê plana derxistina krîzek koçberiyê hatibû kirin.

Di meha Mijdarê de, bêtirî 600 kesên bê belgeyên rêwîtiyê yên derbasdar ên Yekîtiya Ewropî di ser Rûsyayê re giheştin Fînlandiyayê.

Ev yek bû sedem Helsinkî gelek deriyên xwe bigire û Moskow bi plana krîza koçberan tewambar bike.

Kremlîn vê sûcdariyê red dike.

Li gorî rayedarên koçberiyê, penaber ji welatên wekî Sûriye, Yemen, Efxanistan, Kenya, Fas, Pakistan û Somalê hatine.

Valtonen anî ziman ku girtina tevahiya sînor yek ji vebijarkên ku hikûmet niha li ser nîqaş dike ye.

Rûsya: Em ê bersivê Bidin

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova roja Çarşemê got,

Eger Fînlandiya xalên sînorî yên mayî di navbera herdu welatan de bigire, wê “bêguman” bersivê bide.

Piştî êrişa Rûsya 24’ê Sibata 2022’an li dijî Rûsyayê da despêkirin, Fînlandiya dest ji polîtîkaya xwe ya bêalîbûnê berda û 4’ê Nîsana 2023’an tevlî NATO’yê bû.

Parêzvanên sînor yên Fînlandiya eşkerekirin ku doh 51 koçber di ser Rûsyayê re hewil dane derbasî Fînlandiya bibin.

Û herî kêm 11 ji wan gihiştin Vartius a li bakurê Fînlandiya.

Back to top button