Li Yemenê, balafireke Koalîsyona Erebî ji aliyê Hûsiyan ve hate xistin.
Berdevkê Hêzên Koalîsyona Erebî li Yemenê, Tirkî El-Malikî, ragihand ku balafireke koalîsyonê li parêzgeha Cof a Yemenê kete xwarê.
Tirkî El-Malikî diyar kir ku di saet 23:45 şeva din balafirek ji cureya Tornado ya girêdayî hêzên asîmanî ya Erebistana Siûdiyê di dema piştgiriya artêşa El-Wetenî ya Yemenê dikir de kete xwarê
Di heman demê de, çekdarên Hûsî li Yemenê jî ragihandibûn ku wan balafireke Koalîsyona Erebî li parêzgeha Cof a bakurê welêt xist xwarê.