Li dijî dagirkerî di her çarçoveyê de berxwedanî tê geşkirin. Hêzên Rizgariya Efrînê ji heta niha li dijî dagirkeriyê bi sedan çalakî pêk anîne. Ji bo parastin û rizgariyê jî heta niha gelek berdêlên giranbûha jî dane.
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên ku di Qonaxa 2. a Berxwedana Serdemê de şehîd bûne eşkere kir.
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şervanên xwe ku di Qonaxa 2. a Berxwedana Serdemê de şehîd bûne eşkere kir.
Hêzên rizgariyê diyar kir ku 10’ê Nîsanê artêşa dewleta Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve êrîşî navçeya Şêrawa ya bajarê Efrînê kir.
Li dijî êrîşên artêşa dagirker û çeteyên wê, hêzên Rizgariyê bi lehengî bersiv dan û êrîşên bejahî vala derxistin.
Di encamê de 3 şervanên Hêzên Rizgariyê bi lehengî şer kirin û gihîştin asta şehadetê.
Her wiha 3 şervan jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê soza tolhildana şehîdan ji dagirkeriyê da.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Rizgariyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnameyên şehîdan wiha ne;
Nasnav: Egîd Şerqiya
Nav û Paşnav: Ebdilrehman Mihemed
Navê Dayikê: Îslim
Navê Bav: Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: Şêrawa / 10‘ê Nîsanê 2020
Nasnav: Ferman Bilbilê
Nav û Paşnav: Mihemed Elîko
Navê Dayikê: Emîna
Navê Bav: Fûad
Cih û Dîroka Şehadetê: Şêrawa / 10‘ê Nîsan 2020
Nasnav: Xabûr Efrîn
Nav û Paşnav: Şadî Celo
Navê Dayikê: Melek
Navê Bav: Cuma
Cih û Dîroka Şehadetê: Şêrawa / 10‘ê Nîsan 2020.