Amerîka sîstema Patriota li Iraq’ê bicih kir

Amerîka sîstema parastina hewayî li baregehên Iraq û başûrê kurdistanê bicih dike. Rayedarên Amerîka diyarkirin ku ewê bi vê rêbazê leşkerên xwe û hevalbendên xwe biparêze.

Rayedarên Amerîkayê diyar kir ku sîstema Patriot a parastina hewayî û du sîstemên din ên moşekan li baregeha Eyn El-Esed û li Hewlêrê hatin bicîhkirine.

Her wiha sîstema parastina moşekan ku menzîlkurt in, li baregeha El-Tacî hate danîne.

Piştî kuştina Fermandarê giştî yê Hêzên Qudis Qasim Silêmanî bidestê Amerîka hate kuştin, baragahên Hêzên Hevpeymanî bibûn hedefa moşekên alîgirên Îran’ê.

Berpirsên Amerîkî jî alîgirên Îranê yên li Iraqê hişyar kir ku ger êrîşek li dijî hêzên wan pêk were, ewê bersivên tund bidin.

Back to top button