Di çarçoveya hilbirtinan de Partiya Çepên Kesk li gelek deveran mîtînga li dar dixe û bi gel re dicive. Rêxistina partiya navborî li Çewligê û navçeya dep a Xarpetê mitîng li dar xistin û bi gel re civiyan. Her wiha di çarçoveya xebatên hilbijartinê de namzetên partiya Çepên Kesk ên Idirê jî serdana gel kirin.
Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tenê 19 roj man.
Lewra Partiya Çepên Kesk jî di nav de hemû partiyên siyasî lez dane xebatên xwe.
Di çarçoveya hilbirtinan de Partiya Çepên Kesk li gelek deveran mîtînga li dar dixe û bi gel re dicive.
Li Çewligê mitînga ‘Em ê jiyanê biguherînin’
Rêxistina partiya navborî a Çewligê bi dirûşma “Em ê bi vîna xurt a gelan re jiyanê biguherînin” mitîng li dar xist.
Mitîng li ser Xaçerêya PTT’ê ya li ser Cadeya Dara Hênê hate lidarxistin.
Gelek hevserok, parlamenter û siyasetmedarên partiyên Kurdistanî û demokratîk û welatî tev li mitîngê bûn.
Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Em ê vê rejîma faşîzmê bi hev re têk bibin
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de her wiha namzetên partiya Çepên Kesk serdanên xwe jî didomînin.
Namzetên parlamenteriyê yên Îdirê Aysel Aras û Yilmaz Hûn li sûkê çûn serdana dikandaran û pirsgirêkên wan guhdarî kirin.
Dikandaran jî pirsgirêkên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew dixwazin îktîdar têk biçe.
Piştre jî namzet û endamên Partiya Çepên Kesk derbasî Taxa Emekê bûn û bûroya xwe ya hilbijartinê vekirin.
Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Yilmaz Hûn di vekirina bûroya hilbijartinê de axivî
Yilmaz Hûn diyar kir ku bila vekirina vê bûroyê bibe sedema çûyîna AKP-MHP’ê û got: “Ji bo ciwan, zarok, civak û tekoşîna gelê kurd ev hilbijartin gelek girîng e.
Em bibin yek û rejîma AKP-MHP’ê bi hev re hilweşînin. ”



