Hevpeymana Fetih: Hebûna hêzên Tirkiyê li Iraqê nayê qebûlkirin

Li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ser axa Iraqê Wezareta Karên Derve ya Iraqê bertek nîşan da û diyar kir divê li ji Îraqê derkevin.

Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker di daxuyaniyek xwe de ragihand ku hêzên wan wê ji Herêma Kurdistan û Iraqê venekişin.

Duh bi şev li dijî daxuyaniya wezîrê Tirk, li ser medya civakî welatiyan nerazîbûna xwe nişandan.

Derbarê heman mijarê de yek ji serkirdeyên dinava Hevpeymana Fetih de Kerîm Elewî jî ji medya Iraqê re axivî û wiha got: “Ev daxuyanî bi eşekre dagirkeriye û ji bo vê em mayîna hêzên biyanî dinava Iraqê de qebûl nakin.

Divê Wezareta Karên Derve ya Iraqê bang li balyozê Tirk yê Bexdayê bike û nerazîbûna xwe dijî daxuyanî û israra Enqere ya li ser mayîna hêzên dagirker ên li Herêma Kurdistan û Iraqê bide nişandan.”

Kerîm Elewî di dewamê de got: “Divê ji bo dûrxistina hêzên ku metirsiyê li ser ewlekariya nîştimanî ya Iraqê çêdikin, bang li civaka navnetewî were kirin.”

Back to top button