Çalakvanê civaka sivîl Elî Mehmud li Hewlêrê hat revandin

Çalakvanê civaka sivîl Elî Mehmud ku weke Elî Siyasî tê naskirin, di mala xwe de, li Hewlêrê ji aliyê hêzek çekdarî ve hate revandin.

Derbarê mijarê de Endamê Malbenda Hewlêrê ya Hizba Komunîst a Kurdistanê Rêbaz Şaham axivî.

Rêbaz da zanîn ku duh bi şev hêzek çekdar a ku dev û çavên xwe girtibûn, bi wesayîtên cam reş bi ser mala çalakvanê civaka sivîl Elî Mehmûd (Elî Siyasî) ya li hewlêrê de girtine û revandine.

Nehat zanîn Elî Siyasî ber bi ku ve revandine û heya niha aqûbeta wî nayê zanîn.

Asayîşa Hewlêrê têkildarî girtina Elî siyasî daxuyaniyek da

Derbarê mijarê, Asayîşa Hewlêrê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de tê îdiakirin ku Elî Siyasî ji ber di mala xwe de kujerê welatiyê bi navê Kawe Bazyanî veşartiye, hatiye girtin.

Aqubeta çalakvanê sivîl Elî Mehmud ne diyar e

Elî Siyasî di hevpeyvînek xwe ya derbarê salvegera Enfalê de gotibû:

“Yên ku xalê min û hinek xizmên min di Enfalê de qetilkiribûn, niha kurê wan qeymeqamê Hewlêrê ne.”

Yekitîya Nivîskarên Jenosîd ya Kurdistanê, bang li saziyên peywendîdar kir ku da ku çarenûsa Elî Mehmûd eşkere bikin.

Back to top button