Basel-Partî wê hilbijêran bighînin cihên dengdanê

Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demeke kin meye. Ji bo wê Partiya Çepên Kesk lez daye xebatên xwe. Li Ewropayê jî partî di nava xebatê de ye. Û herî dawî amadekarî bidawîkirin da ku hilbijêran bigihîne cihên dengdanê.

Xebatên Partiya Çepên Kesk ên ji bo hilbijartinan zêde dibin.

Bi taybet xebatên wan ên li Ewropayê jî bê navber dewam dikin

Di vê derbarê de Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiyê li Baselê hatibû avakirin.

Koordînasyonê amadekariyên xwe ji bo hilbijartinê bi dawî kiriye.

Û amade ye ku di 29’ê Nîsanê de hilbijêran bigihîne cihên dengdanê.

Endamên Koordînasyonê piştrast kirin ku ew amade ne her kesî bighînin cihên dengdanê.

Her wiha ji gel hêvî kirin ku ti kes xwe nede paş û her kes biçe dengê xwe bide.

Back to top button