Salvegera 108. a Komkujiya Ermeniyan

Di bin dirûşmeya ‘Tevî komkujiyê, Dê vîna me bi neviyên komkujiyê bi serkeve’ Meclisa Civakî ya Ermen û Yekîtiya Jinên Eremen salvegera 108 a komkujiya Ermenan bi merasîmekê bi bîranî.

Merasîma bîranînê li Navenda Serdem ya Çand û Hunerê a li Hesekê bi tûraneke leşkerî ji aliyê tabûra Şehîd Nûbar Ozenyan ve hate destpêkirin.

Pişt re li ser navê tabûrê Losîn Hekobiyan axivî û tevahî şehîdên komkujiyê bi bîranîn û ev yek got:

“Dewleta Tirk bi rêya kiryarên xwe xwest ku gelê Ermen qir bike.

Em ê jî li ser rêya şehîdan parastina xaka xwe bikin û rê nedin zilm û dagirkeriyê: ”

Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ermenî Anahît Qesebiyan jî bang li tevahî pêkhatiyên herêmê kir ku dest bidin destê hev da ku planên dagirkeriyê hilweşînin.

Di dawiya merasîmê de mûme hatin pêxistin, sivzyon hate pêşandan û koma Ararat şano û stran pêşkêş kirin.

Back to top button