Li gel ku agirbest dikeve roja xwe ya 18an, li derdora Hezarîn li gundewarê Idlibê şer derket û di encamê de 3 leşkerên rejîmê hatin kuştin.
Li gorî Çavdêriya Sûrî, tevî agirbestê, duh êvarî ev şer rû da û li gel van hersê leşkeran, her wiha 2 leşkerên ku hewl dan derbasî nuqteyên çeteyan bibin jî, birîndar bûn.
Çavdêriya Sûrî: Dewleta Tirk, 3 nuqteyên leşkerî li Idlibê ava kirin
Îro jî Çavdêriyê ragihand ku dewleta Tirk 3 nuqte li Bedama, Nacîya û Zi’ênîya li rojavayê bajarê Cisir el-Şixûr li başûrê rêya M4 a Heleb- Laziqiyê ava kirine.
Duh jî, artêşa Tirk 2 nuqteyên leşkerî li gundê Mişêrfe û Til Xetab li nêzî sînorê parêzgeha Hemayê dan avakirin.
Li gorî Çavdêriyê, jimara giştî nuqteyên Tirkî li herêma kêm-şer bûn 49.