Li Stanbolê dîsa penabereke Sûrî bi guleyekê hat kuştin

Buyerên kuştina penaberên Sûrî li Tirkiyê zêde bûne, herî dawî zarokek Sûrî, li Stanbolê di encama gulebarana bê serûber, hat kuştin.

Zaroka bi navê Rama Qerbalî 17 salî û li navçeya Yenîbosna ya Stanbol de dima.

Navenda belgekirina binpêkirinên li Bakurê Sûrî diyar kir ku Rama bi guleyekê bê serûber hat kuştin.

Berî du rojan jî ciwanê bi navê Mûsa Nasir li bajarê Dîlokê yê li Bakurê Kurdistanê hat kuştin.

Li gorî agahiyan, gengeşeyeke tûj di navbera wî û kesekî din de çêbû û di encamê de ew kuşt.

Tirkiye her çiqas bide xuyakirin ku penaberên Sûrî hewandine û xwedî li wan derdikeve jî , lê penaberên Sûrî yên li wir rastî gelek astengî û zextan tên.

Buyera herî dawî li Tirkiyê rûdayî jî vê yekê teqez dike.

Bi hinceta ku li polîsên AKP’ê guhdarî nekiriye, ciwanekî Sûrî li Edeneyê û bi destê polîsên AKP’ê bixwe ve hat kuştin

Back to top button