Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê; bi hinceta ku alîkariya Feyleq El-Qudis a Pasdarên Îranê kirine, ceza li kesaayet û şirketeke Iraqê yên ku girêdayî Îranê ye birî.
Wezareta Xezîneya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku kesê ceza lê hatiye birîn Emîr Diyanet e, di lîsteya reş a girêdayî Feyleq El-Qudis a Pasdarên Îranê de ye.
Wezaretê diyarkir ku wan ceza li şerîketa xizmeta pîşesazî û xwediyê wê birî ye. Ji ber ku Ev şîrket salane bi piştgirî daye Feyleq El-Qudis a Pasdarên Îranê.
Wezaretê her wiha diyar kir ku Emîr Diyanet ê xwediyê şerîketê nasnameya Îraq û Îran pê re heye û bi salane bi awayekî qaçaxî him alîkariya Feyleq El- Quds kir; him jî kamyoyên barhilgir li Îranê şandiye Yemenê.
Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Stephen Mnuchin got:
“Rejîma Îran û alîgirên wê li ser hesabê tenduristî û xweşiya gelê Îranê destekdayîna rêxistinên terorîst ê cîhanê didomînin û anî ziman hîna DYA’yê bi karê xwe yê bi saziyên diravî û şerîketên navdewletî re pabend e da ku alîkariya gelê Îranê bike.”