Li Gemlîk a Bûrsayê erdhejek bi pileya 4.1 pêk hat

Li navçeya Gemlîk ya Bûrsayê ku girava Îmraliyê jî nêzî wê ye, bi pileya 4.1 erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) ragihand ku li navçeya Gemlik a Bûrsayê di saet 15.14’an de erhejek pêk hatiye.

Erdhej bi pileya 4,1’an rûdaye.

Hat ragihandin ku erdhej 10,86 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Ji ber herêm li ser xeta erdhejê ye, metirsî pêk hat.

Erdhej li Orhangazi û navenda bajarê Bursayê jî hat hîskirin.

Cihê navenda erdhejê tenê 50 kîlometre ji girava Îmraliyê dure.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 4’ê Kanûna 2023’an jî li heman herêmê bi pileya 5,1 erdhejek pêk hatibû.

Bi vê yekê re jî fikarên li ser rewşa Rêber Apo zêde bûn.

Ji wê rojê ve, ji bo wergirtina agahiyeke ji Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li nava Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çalakî pêk tên.

Back to top button