Li Iraqê hejmara pêketiyên Corona gihaşt 2153 kesî

Vîrûsa corona li Iraq belavbûna xwe dewam dike û rojane pêketiyên nû hene.

Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê jî hijmara kesên ku coronayê ketine li 3 hezarî derbas kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê jî ragihand ku, di 24 saetên dawî de 68 kes bi vîrûsê ketine, di nav de kesek li Besrayê ku ev cara duyan e bi vîrûsê dikeve.

Li Seranserî Iraqê heta niha 2 hezar û 153 kes bi virûsê ketine, 94 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 414 kes rihet bûne.

Tirkiyê daneyên rast parve nake

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî vîrûs bê navber belav dibe.

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber vîrûsa coronayê 84 kesên din jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daneyên fermî yên desthilatdariyê, heta niha zêdeyî 122 hezar kes bi vîrûsê ketine û derdroa 3 hezar û 258 kes mirine.

Lê tê gotin daneyên rast ji vê zêdetir in.

Back to top button