Delegeyên 3. kongreya Meclisa Gel ya Mexmûrê bêhelwestiya CPT’ê şermezar kir

Piştî daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku diyar kir CPT çûye Tirkiyeyê lê serdana Girava Îmraliyê nekiriye, bertekên li hember CPT’ê zêde dibin.
Delegeyên 3’mîn ya Kongreya Meclisa Gel a Mexmûrê nêzîkatiya CPT’ê şermezar kir.

Daxuyanî li salona kongrê ji aliyê Endamê Meclisa Ciwanan Sîpan Yaman ve hat dayîn.

Sipan Yaman bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo got:

“Em CPT’ê ji ber bêhelwestiya wan ya li hemberî tecrîda girankirî ya li Îmralî tê pêkanîn, şermezar didin.

Îro netenê gelê Kurd, belkû gelek netewên bi bîrdoziya Rêber Apo bawerin, ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin.

Di nava vê heftêyê de du caran li Îmraliyê erdhej pêkhat. Ji bo wê em ji rewşa tenduristiya Rêber Apo bi fikarin. ”

Sipan Yaman ji bo bilindkirina tecrîdê banga bilindkirina têkoşînê kir.

Back to top button