Nûnerên ji rêxistinên hiqûqî yên Fransî serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wêraniya dewleta Tirk a dagirker di bombebarana li ser binesaziyên herêmê kiriye, şopand.
Şande ji serokê Rêxistina Parêzerên Bêsînor ê Fransayê ya nehikumî Matthew Baggard,
endama rêxistinê Meryem Dawes û her du endamên Komeleya Malbatên Yekgirtî ya Fransayê Laurent Lopez û Martin Rubin pêk tê.
Şandeya hiqûqî ya Fransayê serdana bîra Odê ya petrolê ya Tirbespiyê ya li kantona Cizîrê kir:
Her wiha wêraniya binesaziyan ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve bûye şopand.