Îstixbarata Iraqê 2 serçeteyên DAIŞ’ê li derveyî sînor girtin

Dezgeha Îstixbarata Netewî ya Iraqê ragihand ku 2 serçeteyên DAIŞ’ê ku yek ji wan destê xwe di kuştina leşkerekî Iraqê de heye girtine.

Li gorî ajansa nûçeyan a Iraqê, Dezgeha Îstixbarata Netewî ya Iraqê ragihand 2 serçeteyên DAIŞ’ê yên herî xeternak li derveyî sînorê xwe girtine.

Dezgehê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku di encama şopandina îstixbaratî ya çend salan de endamên wan 2 serçeteyên DAIŞ’ê yên herî xeternak ku sûcên herî hovane li Iraqê kirine, li derveyî sînorê Iraqê girtin û anîn Iraqê.

Li gorî daxuyaniyê di operasyonê de çeteyê bi navê Îsam Ebid Elî Seîdan bi nasnav Ebû Zêd hatiye gittin.

Ew çete rojnamegerê wîlayeta Felûce ye û destê wî di serjêkirina leşker û kesan de heye.

Çeteyên din jî bi navê Beşîr Ebid Elî Elî Seîdan bi nasnav Ebû Ehmed Itîsalat leşkerê li parêzgeha Felûce ye, ku piştî 2015’an berpirsiyariya tevahî çalakiyên terorane yên DAIŞ’ê li Felûca dikir.

Back to top button